Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şandeya MSD li Waşinton, ligel birêz Joy Hûd û nûnerê nû yê Amerîka li Sûriyê dicive

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarê Rojhilata jêrîn, birêz Joy Hûd, û birêz Îsan Goldrîç, Berpirsê Danûstendinê li Sûriyê (berpirsê dosyaya Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê), pêşwaziya şandeya Meclisa Sûriya Demokrat kirin. li avahiya wezareta derve ya amerîkî li Waşinton, tê de pirsa sûrî û riyên çareserkirinê gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji şanda Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re, bi serokatiya Xanim Ilham Ehmed, tekez kir li ser berdewamiya hevkariya di navbera hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Hêzên Sûriya Demokratîk de heta dawiya jinavbirina terorê û piştgiriya aramiya li herêmê.

Berpirsê payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkî, birêz Joy Hûd, li ser mîsyona hêzên Amerîkî li Sûriyê peyivî, wî tekezî kir li ser mana hêzên welatê xwe li Sûriyê û domandina hevkariya wan bi “QSD” re heya jinavbirina dawî û berfireh a rêxistina terorîst a DAIŞê û gihîştina lihevkirinek siyasî li welêt.

Her du aliyan li ser riya siyasî û hewildanên navneteweyî ji bo bidawîkirina qeyrana Sûriyê gotûbêj kirin, birêz Hûd behsa hewcedariya afirandina atmosferek guncaw û aramkirina deverên pevçûnê kir da ku pêşketina di riya çareseriya siyasî de bi dest bixe.

Birêz Hûd bal kişand ku projeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene ji bo nûavakirina binesaziyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, li gel pêşkêşkirina piştgiriya aborî ji Rêveberiya Xweser re ji bo aramiyê û pêşxistina herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku ev civîn yekem e ji bo birêz Îsan Goldrîç, ku berpirsê pêwendiya li Sûriyê ye bi şand û nûnerên Sûrî re ji dema destnîşankirina wî ve di 20’ê Êlonê de, û di nav de hevdîtin digel birêz Dêvîd Bronstayin, nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî.

Add comment