Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, Meclîsa Sûriya Demokratîk pîrozbahiyên xwe li malbatên şehîdan, endamên qehreman yên Hêzên Sûriya Demokratîk, û li hemî misilmanên Sûriyê û cîhanê pêşkêş dike.
Gel û pêkhateyên Sûriyê; Cejn û ahengên xwe kirine fersendek e ku tekezî li ser pêkve jiyanê, biratî, lêborîn û bihevre jiyanê dike. Em hêvî dikin ku ev cejn û cejnên bê dê bibe çavkaniya hevgirtin û parastina nirxên mirovî, kûrtiriya biratiyê, xurtkirina yekîtiyê û karê hevpar ji bo Sûriyek nenavendî, demokratîk û bi ax û gelê yekbûyî.
Bi vê boneyê, em dubare banga xwe ji hemî Sûriyên ku ji berjewendiya welat diger in nû dikin; û dev ji cûdakariyê berdin û enerjiyan kom bikin da ku hevkar bibin û bibin yek ji bo bidawîkirina krîzê û rizgarkirina welatê me, Sûriye, û ji bo gelê me cejnên xwe yên bê di rewşa herî baş de pîroz bike.
Her sal hûn bi xêr bin
19’ê Tîrmehê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk