Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîrozbahiya cejnên Sersalê

Bi boneya cejnên Sersala zayînê û bûyîna Mesîh, silava Xwedê lê be, ku dikeve 25’ê Kanûna pêşîn, Em pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwişk û birayên xiristiyan yên li Sûriyê û cîhanê û bi giştî gelên sûriyê dikin, û ji wan re cejnek xweş dixwazin, hêvî dikin ku ev cejn were, û bi xwe re ewlehî û aştiyê ji bo her kesî bîne.

Bi vê boneyê, em dûbare tekez dikin ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, modêleke ji bo pêkvejiyanê, lêborîn, lihevhatinê ye ji bo hemî pêkhateyên wê, û mînakek geş e ji bo Sûriya pêşerojê ku her Sûrî lê digere.

Em, di Meclisa Sûriya Demokratîk de, em ê ne dudilî bine ku nirxên bihevre jiyan û aştiyê biparêzin heya ku em bigihîjin Sûriya ku hemî zarokên xwe hembêz bike bê cûdahî di bin siya Sûriya yekgirtî de ya ku ji sêyeka hilweşandî rizgar bibe, Teror, dagirkerî û sitemkarî,
Em ê ji her tiştî hewl bidin ku daxwazên gelên Sûriyê yên di avakirina Sûriyek nenavendî, demokratîk de pêk bînin.

Sersala we pîroz be

24’ê Kanûna Paşîn, 2020
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment