Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ragihandin ji raya giştî re

Wekî bersivdana daxwazên gelê me, yê ku me bi wan re hevdîtin kir di komxebatan de, an jî bi saya wan gerên ku me serdana eşîran kir li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Baweriya me bi hewcedariya bihîstina dengê gel heye û çêkirina pirên baweriyê ji bo pêşvebirina rêveberiya xweser û zêdekirina faktora beşdariyê di nav wê de.
Me di Meclisa Sûriya Dîmuqrat de, doseya girtiyan bi baldariyek mezin şopand, û ev dosye me bi Rêveberiya Xweser re gotûbêj kir, û em gihiştin pêwîstiya derxistina efûyek giştî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriya yê pêk bîne ku tê de girtiyên bi tawana terorîzmê hatine girtin û xapandin li wan hatiye kirin û destên wan bi xwîna Sûriyan ne hatîye kirin û wan kiryarên tawankarî nekirine.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10/10/2020 de Biryara Efûyê ya hejmara 5 derxist

Li gorî vê biryarê, dê îro komek girtiyên ku di efûyek giştî û berfireh de ji bo hemî tawanên ku berî 10/10/2020 hatine kirin, serbest hatin berdan. Di encam de / 631 / girtiyên ku bi tawanbariya terorîzmê hatine mehkûm kirin û yên ku girtina wan nîvê cezayên wan derbas kiriye dê yekser piştî vê konferansa çapemeniyê werin serbest berdan.

Herwiha / 253 / girtî jî wê ji nîvê cezayê sûd werbigirin, lê ji bo kesên ku nehatine dadgehkirin û yên li ber dadgehan in, dê piştî darizandina wan ji biryara efûyê sûd werbigirin.

Em spasiya komîteya girtiyan dikin ji bo hewildanên wê yên bê hempa û guhdanek mezin ji bo şopandina doseya girtiyan.

Herwiha em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji bo bersiva wê li hember destpêşxeriya Meclisa Sûriya Demokratîk û derxistina biryara efûyê.

Hemî spasî ji bo wan kesên ku beşdar û tevkar bûn di temamkirina vî karî de

 

10/15/2020
Meclisa Sûriya Demokrat

Follow Me