Meclîsa Sûriya Demokratîk

Neteweyên Yekbûyî bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civînekê li dar dixe, û rola wan di warê parastina zarokan de bilind dinirxîne

Doh roja Duşemê, Birêz Virginiya Gamba, Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Zarokan û şerê Çekdarí, civînek televîzyonî bi fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk û hevserokatiya Meclisa Rêvebir ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê re lidarxist.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî, li gel birêz Abdul Mihbaş, hevserokê Meclisa Rêvebir ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandara Yekîneyên Parastina Jin, Newroz Ehmed, û Nisrîn Ebdellah û Rêdûr Xelîl ji Nivîsgeha Têkiliyên Hêzên Sûriya Demokratîk û xala peywendiya Leşkerî bi Neteweyên Yekbûyî re.

Civînê behsa nexşerêya pilana karê hevbeş bi Neteweyên Yekbûyî re kir, ku di 29’ê Hizêrana 2019’an de hatibû îmzekirin û gavên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di pabendiya xwe ya eşkere de nirxand, birêz Gamba pêşveçûnên ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ve hatine pêşkêşkirin di pêkanîn û pabendiyê de bilind nirxand.

Di civînê de herwiha behsa rewşa zarokên malbatên ne Sûrî yên Daişê (Eşbalên Xîlafetê) yên li bakur û rojhilatê Sûrî girtîne û îhtîmala vegera wan bo welatên wan û pêdivî bi damezrandina navendên perwerdeyê di demek kurt û navîn de jibo dîtina çareseriyekê ji doza wan re bi vegerandina wan bo welatên wan hate kirin, herwiha her du aliyan tekez kirin ku navendên binçavkirinê ne guncaw in ji bo zarokan wekî qurbanên şerê çekdarî,
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk pêşwazî li karê Neteweyên Yekbûyî kir, bi riya hevkarên xwe yên navneteweyî, bi seredana navendên binçavkirinê ji bo zarokên malbatên DAIŞ (Eşbalên Xîlafetê) bike da ku hewcedariyên wan binirxîne.

Di civînê de herwiha rewşa jin û zarokên biyanî yên ne Sûrî li kampa Holê û kampa Roj û hewcedariya dîtina çareseriyek berfireh ji wan re hate behs kirin bi riya welatên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê xwedan welatî ne, ku bilez bersivê bidin da ku wan vegerînin welatên wan û piştgiriya pêwîst ji bo vê yekê peyda bikin.

Di sala borî de, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymanek bi Neteweyên Yekbûyî re li ser gelek çalakî û nûkirina qanûnan saz kiribûn, di nav de:

1- Derxistina fermanek leşkerî ji fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîj ji bo pêşîgirtina leşkerkirin û karanîna zarokan di şerê çekdarî de, di Tîrmeha 2019’an de.

2- Di 2019’an de, 30 zarok hatin berdan û radestî malbatên wan kirin, serbest berdana 51 keçan ji nav hêzên leşkerî û tevlîbûna wan bo dibistanek taybet, di bin çavdêriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê di Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di 11’ê Çile 2020’an de, bi îmkana ku hevkarên UN bigihîjin wan û pêdiviyên wan peyda bikin, derkirina 18 Zarokan ji nav hêzên leşkerî, bicîkirina wan di navendeke ew de bicîh dike, û berdan 35 zarokên temen biçûk, ji nav wan 5 keç, û vegera wan bo malbatên wan.

3- Destûr dana hevkarên Neteweyên Yekbûyî ji bo çûna Navenda Hori ya perwerdekirinê li Hesekê, herwiha gihîştina wan bo dibistanek keçan ya taybet da ku hewcedariyên wan binirxînin û piştgiriya wan bikin.

4- Derxistina fermaneke leşkerî ji fermandariya QSD’ê ji bo pêşîgirtina li karanîna dibistanan ji hêla hêzên leşkerî ve di 13’ê Tîrmeha 2020’an de, û valakirina 12 dibistanan ji hebûna leşkerî li Hesekê, Reqa û Dêrezorê û radestkirina wan bo rayedarên sivîl yên pêwendîdar.

5- Avakirina komîteyek ji bo nirxandina temenê leşkerên nû di nava Hêzên Erka Xweparastinê de û perwerdekirina endamên wê ji hêla hevalbendên Neteweyên Yekbûyî ve, vê komîteyê dikarîbû di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2020’an de, 254 endamên tevlîbûyî vegerîne ji ber bêkêrbûna wan ya leşkeriya bi sedema ku temenê wan ji 18 salan kêmtir.

6- Derxistina daxuyaniyek hevbeş di navbera QSD’ê û Rêveberiya Xweser de (biryara siyasî + fermana leşkerî) di 29’ê Tebaxa 2020an de, di derbarê damezrandina mekanîzmayek giliyên sivîl de ji bo ragihandina her karê leşkerkirinê di nava refên QSD’ê û hêzên ewlehiya navxweyî de, herwiha hin mijarên din yên têkildarî parastina zarokan, û li ser vê yekê Ofîsa Parastina Zarokan di şerên çekdarî de hate damezrandin.

7- Perwerdekirina 243 efser û leşkerî ji Hêzên Sûriya Demokratîk û 176 efserên hêzên ewlekariya navxweyî ji hêla hevkarên Neteweyên Yekbûyî ve li ser rêgezên bingehîn yên qanûna navneteweyî ya mirovî û weşandina nexşeya kar ya ku bi Neteweyên Yekbûyî re hatî îmzekirin û berpirsiyariyên Hêzên Sûriya Demokrat di çarçoveya nexşeya kar de.

Destûrdana gihîştina Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê yên navneteweyî ji bo navendên binçavkirinê yên zarokên malbatên DAIŞ li El-Hesekê. (Di cîbicîkirinê de ye).

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nava salên 2019 û 2020’an de, bi hevkarî û hevsengiya bi gelek welatan re, 186 jin û 269 zarok ji 20 neteweyên cûda vegerandin welatên wan, ji wan jî Komara Tirênîdad, Avusturalya, Federasyona Rûsî, Fransa, Iraq, Danîmark, Siwêd, Emerîka, Ozbekistan, Nîjîrya, Italya, Sûdan, Nirwêc, Elmanya, Birîtanya, Avusturya, Belçîka, Holanda, Kazaxistan û Fînlanda ye.

15’ê Êlûnê 2020

 

Follow Me