Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê û Desteya Rûspiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ligel şêxê eşîra Elyesar ya erebên hoza Teyî li rûniştingeha wî ya li gundê Qurtuba li gundewarê Til Hemîs (başûrê Qamishlo) yê hevdîtinek pêk anî.
Şandeya MSD,’ê ji “Îlham Ehmed,” seroka meclisa rêvebir, “Elî Rehmûn”, ofîsa têkiliyên giştî ya MSD’ê, û “Îlham Omar, Sêvîn Hemo,” Ofîsa Jinê ya MSD’ê, pêk dihat, herwiha ji Desteya Rûspiyan jî “Hekem Xelo, Mensûr Selûm, Henber Hesen, û Fûad El-Başa.
Ji aliyê xwe ve jî şêx Husên Ziyab El-Elî, şëxeê eşîra Elyesar û rûspiyên wê pêşwaziya şandeyê kir, li rûniştgeha xwe(odeya mêvandariyê) ya li gundê Qurtuba li gundewarê Til Hemîs.
Hevdîtinê behsa rewşên siyasî, aborî û aloziya Sûriyê kir ya ku sala xwe ya nehan qedand bêyî diyarkirina asoyên çareseriyeke zelal û giştî ji bo bidawîkirina aloziyê.
Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk ronî avêt ser projeya demokratîk ku MSD’ê pêşkêşiya wê dike ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên têkildar, ku tê de gelê Sûriyê bi hemî pêkhateyên xwe ji domandina aloziyê êş û astengiyan dikşînin û di demên dawî de jî xerabtir bû ji ber aloziya rewşa aborî.
Şandeya MSD’ê di berdewamiya gotûbêjê de, hewildanên ku hatine kirin ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk ve ji bo hevgirtina opozîsyona demokratîk pêk hatiye, destnîşankir û anî ziman ku ew wekî MSD’ê her gav amadehiya xwe dane diyarkirin ji bo diyalog û danûstendinê li gel hemû aliyan û pêşengiyê li berjewendiya gelê Sûrî dikin li ser hemû berjewendiyên dîtir.
Ji aliyek din, seroka meclisa rêvebir ya MSD’ê “Îlham Ehmed” li ser pirsgirêk û astengiyên ku rêgiriryê li çareseriya aloziya Sûriyê dike axivî, û destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re faktorek bû ji bo tepisandina êşên Sûriyan û dirêjkirina aloziyê .
Îlham Ehmed herwiha lê zêde kir ku dewleta Tirk sûdê ji gelê Sûrî digire da ku armanc û planên berfirehbûna dagirkeriyê bicih bîne, ji ber ku ew sûriyan bi çek dike û wan dişîne Lîbya û welatên din jibo bicihanîna siyasetên dijminane yên Enqerê li hember welatên cîran.
Ji aloyê xwe ve şêx Husên Ziyab El-Elî tekez kir li ser pêwîstî û girîngiya hevgirtin û hemahengiya hemû Sûriyan jibo şikandina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina wê ji xaka Sûriyê ye, û diyar kir ku ew di şerê terorê û dagirkeriyê de piştgirî û destekê didin Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê .
El-Elî spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, herwiha spasiya MSD’ê û QSD’ê kir ji bo guhdan û baldariya wan li ser rola eşîran û rêzgirtina wan li ser cihweriya wan di parastina aşitiya navxweyî de û pêşvexistina nirxên pêkvejiyan û biratiyê de.
Di dawiya hevdîtinê de axaftin hat kirin li ser çawaniya dûrxistina herêmên Rêveberiya Xweser ji bertekên cezayên Amerîkî yên li ser hikûmeta navendî li Şamê, herwiha beşdaran xemgîniya xwe anîn ziman li ser êşkişandin û azarên sûriyan ji encama politikayên desthilatdariya Şamê û berdewamiya wê ji redkirin û nepejirandina çareseriyê re .
Ragihandina Meclîsa Sûriya Demokratîk
18’ê Gulanê, 2020


